Li Rojavayê Kurdistanê kurd zordariya PYDê şermezar dikin

Li Kurdistana Rojava ENKSê li himber zilm û zordariya  PYDê û kiryarên çekdarên vê partiyê xwepêşandanek kirin û doza azadkirina girtiyên xwe kir.Li bajarê Qamişlo , endam û alîgirên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ber ofîsa NY kom bûn û ji PYDê xwastin, girtiyên wan berdin.Li gorî agahiyên BasNewsê, duh danê piştî nîvro, bi dehan endam, alîgir û serkirdeyên ENKS û partiyên endamên wê kom bûn û nerazîbûna xwe li dijî siyaset û zilma PYDê anîn ziman.Xwepêşanderan, ku wêne û posterên mirov û xizmên xwe yên di girtîgehên PYDê de hildabûn, ji PYDê xwastin demildest tevahiya girtiyan berdin.Di nav xwepêşanderan de sekreterê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl, ku çend roj berê ji zîndana PYDê derketibû, jî hebû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: