Polîtîk

Li rojavayê Kurdistanê “entegrasyon” destpêkir..!

Wekî beşek ji peymana agirbest û berfirehkirina entegrasyonê ya ku di 30ê Çile de di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de hat îmzekirin, hat ragihandin ku hêzên girêdayî Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê ketin nava bajarê Hesekê.

Karwanek ji zêdetirî 20 wesayîtan ku bi qasî 250 karmend hildigirt, li bajêr ji aliyê hêzên HSDê ve hat pêşwazîkirin.

Bi ketina karwanê re, hêzên girêdayî hikûmeta navendî, ji ber ku rejîma Esed di sala 2012an de vekişiya, cara yekem di 14 salan de li Hesekê amade bûn.

Fermandarê yekîneya ku ket Hesekê, Tuggeneral Merwan el-Elî, serokê Ewlekariya Navxweyî li Hesekê, piştî ku bi yekîneya xwe re ket bajêr, ev daxuyanî da:

“Mafê me heye ku em nan û xwê bi Kurdan re parve bikin. Dapîra min Kurdek ji Amûdê bû. Ji ber vê yekê em di bingeh de yek gel in. Ji bo me ne mimkûn e ku em beşdarî tu axaftina nefretê bibin. Ez îdia dikim ku tiştê ku îro qewimî, bi îzna Xwedê, dê di rojên pêş de hemî nakokiyan ji holê rake.”

Piştî Hesekê, hêzên rejima Şamê ketin Kobanê û bajarê Qamişlo jî.

Dema hêzên Şara dikevin van bajaran de gelekî balkêşe ku, qedexeya derketina derve tê ragihandin.. Ev yek babetek balkêşe. Gelo ji bo kaşo ewlehiyê ev yek tê kirin? Yan HSD bi radestkirina van deverên Kurdistanê şermê ji xwe dike?

Back to top button