Civak
Li Rojavayê Kurdistanê 9 navendên karantînayê hene
Li Qamişlo rojane dûkan û bazar vekirîne, lê belê tirsa belavbûna şewbê jî heye û çend rêkarekî destpêkî ji bo rêgirîkirina li belavbûna şewbê hatine kirin.
Ciwan Mistefa Beşa Tendirustiya Birêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê li daxuyaniyeke taybet de behsa ewe kir ku bi giştî neh navendên karantînekirinê li Rojavayê Kurdistanê hene.
Li gor amarên fermî heta niha tenê yek kes li Sûriye tûşî şewba Koronayê bûye, lê belê li Rojavayê Kurdistanê heta niha hîç haletekî tûşbûnê nehatine tomar kirin.