Nivîsar

Ewê di derbarê Korona de nizanî

Li bajarekim ku bûye navenda vê şewbê li Amerîka. Zêdetirê 200 kesan kuştiye û nêzîkî 30 hezar kesan tûşî wê bûne. Lê belê jiyana min kêmtir li gefê da ye bi beramber bi kesek ku li Hewlêr yan Mehabad dijî. Li xwarê behsa vê yekê dikim gelo ji bo çi?. Ez dû hefte li karantîne bûm li mala xwe. Hevkarekî minê rojnamevan tuşî Korona bû, eve ji bilî wê yekê 34 karmendên ku li heman cihê ku em pêkve kardikin li baregeha serekiya Neteweyên Yekgirtî tûşî şewbê bûn.

Li serê destpêkirina vê şewba li Çînê, ez li ser vê şewbê û karvedanên wê dixwînim, bi taybetî ew zanyariyên ku li rêya Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ve digihin me.

Li gor wê ezmûn û zanyariyên ku min li ser vê şewbê heye, ew tişt ninin:

  • Dirustkiriyê Çîn û Amerîka û mirov nîne. Ewê bipirsê “Ev şewb çawa her ji xwe ve peyda bû?” bila berdewambê li pirsiyar kirinê û her ji xwe ve bersîv ji berîka xwe ve dernexe li gor teoriyên bê bingehên pîlangêrî bin.

Zanayên mezinê warê mîkrob û şewban yên wekî Marc Lipsitch yê Zanîngeha Harvard û Anthony Fauci ku -wekî “Efsane” li vî warî de tê wesif kirin – hevrêne ku mirovayetî gelek bextewere ku salane şewbeke wiha û metirsîdartir jî tûş nabê. Li rastiyê da hemû salê sê car berpirsên vê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî dihatin Neteweyên Yekgirtî û yek daxwaziyek ji welatan hebû: Pere bidin me bila em lêkolîn û amadekariyan ji bo şewbeke cîhanî bikin, ji ber ku egera van cûre şewban geleke.

Bersîva wan welatan zêdetir nexêr bû. Li van dawiyan li sala 2018 Bill Gates milyarderê Amerîkî hate hawara wan û navendekî ji bo lêkolînê ya bi awayeke lez û bez ya ji bo şewbeke wekî Korona vaksînek danîn. Sala derbasbûyî ez li wê civînê bûm ku têda proje ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û dîplomatkaran rûnkir. Niha zêdetirê kandîdên vaksînê ji bo Korona ku Amerîka û Çîn û welatên din bi şanaziyê ve dibêjin kar li ser dikîn zêdetir pişt bi lêkolînên destpêkiya wê projeya Bill Gates ve xwe girêdidin. Wate kêmterxemî, neku pîlangêrî sedema serekiya vê qeyranê ye.

  • “Şewb qeyraneke û sibê bi dawî dibe.” Nexêr. Ev nexweşî li gel mirovayetiyê dimînê û gefa xwe berdewam dibê heta ku vaksîn an ku dermanekî ji bo wê bê peydakirin. Ev qeyran herî kêm bi rêje û awayên cûda cûda li gelek welatan heta dawiya sala 2020 berdewam dibê. Egerekî zêde heye ku aboriya cîhanê neku tenê tûşî qeyranê bê belku tûşî bahoz û bagerek dibê ku neft gelek erzan bike û hemû pêdiviyên seretayiyan gelek giran bike.
  • “Eve karesate”. Belê û nexêr. Belê karesate ji bo welatek ku bingeha wê ya tendirustiyê bêhêzbê û hejarbê û rê bide belav bibê. Eger li Başûrê Kurdistanê ev şewb bi rêjeya Newyork belav bibê eve dibê sedema can ji destdana bi kom û karesat. Ji ber wê yekê girînge pabendî hemû rênimayiyan bîn û li mal rûnîn.

Nexêr karesat nîne ji bo welatekî dewlemendê wekî Amerîka, eger Donald Trump û îdareya wê li şaşiyên xwe yên mezin û niha berdewam bin.

  • “Korona kuşindeye”. Nexêr ne wiha ye. Şewb bi xwe tenê kuşindeye ji bo rêjeyekî gelek kêm li xelkê ku li gor lêkolîneke Zanîngeha Oksford egerekî zêde heye ev şewb ji şewbên Enflonzeya kuşindetir nebê. Li rastiyê da ne Amerîka û ne Rêxistina Tendirustiya Cîhanî piştrastin ji wê yekê ku ev şewb heta ku çi radeyek kuşindeye, ji ber ku niha zehmete amareke tevahî te hebê ku çend kes li cîhanê hilgirê vê şewbê ne. Lê belê wekî Neteweyên Yekgirtî dibêje kêşe li bi lez belavbûna wê ye û pêrenegihiştina nexweşxaneyane û kêmbûna wan amêrane ku yarmetiya henasedana nexweş dide. Here ser google û temaşa bike kija welat rêjeya mirinê zêdeye? tenê ew welatin ku nexweşxaneyên wan pirbûn ji nexweşan û bingeha tendirustî û aboriya wan tûşî îflasê bûye.

Ewê xelkê dikujê ne Korona ye belku: 1- Heta radeyekî zêde xerapiya bingeha tendirustiya wan bajar û bajarokane ku nexweş têda dijîn. 2- Guhnegirtina nîştecihên welatekî wekî Başûrê Kurdistanê ku bingeha aborî û tendirustiya wan bêhêze.

Ji ber wê tikayê li we dikim li mal rûnin û nehêlin ewê min bi çavê xwe li vir li Newyork dibînim li Hewlêr û Kerkûk û navçeyên dinê Kurdistanê rûbide, ji ber ev nexweşî dikarê bibê enfalekî tendirustiyê ji bo welatek ku li yek demê da şiyana wan li çareserkirina hezaran nexweşan nîne.

Mecîd Nîzamedîn Gilî

Back to top button