Li Rojava Hêza Bazên Azadiya Kurdistan hat ragihandin

0
11

 

Ciwanên Kurdistanê roja destpêka Şoreşa Suriye hata niha li Suriye û Kurdistana Rojava ketin di nava refên şoreşê de û roj bi roj xwe rêxistin kirin. Lê gelek caran bûn armanca êrîşên hêzên rejimê û PYDê.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi armanca parastinê “Héza Bazen Azadiya Kurdistan” damezirandin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê daxuyaniyek ji bo raya giştiya Kurdistanê ragihandin û di tê de dibêjin: Çek ne reya yekem e ji bo me. Lê di van mercan de em ji bo parastina Kurdistanê û hêzên netewî destavêtina çekan û amadekirina hêzek çekdar wek pêwistiyekî dibînin.

TCK di daxuyaniya xwe de radigihînin ku, ew bi tu hêzêk yan jî partiyekî ve ne girêdayîne û ev tevgerek serbixwene .TCK dibêjin daxwaziya me serxebûna Kurdistanêye. Lê em bi erênî pêşwaziya federasyonê û bi her awayekî destxistina mafên gelê kurd dikin.

Nêrînek

  1. Bi hêviya ji bo Kurdistana serbixwe gelek destkeftiyan bi destbixin û bigihîjin armancên xwe.\r\nÛ ez dibêm ev herdu ji hevudu cuda ne! \r\nTevgera Ciwanên Kurd \r\nTevgera Ciwanên Kurdistanê \r\n\r\nDigel silavan

Nerîna min :