CivakRojev

Li Qoserê û Şermexê xelkê, zamên elektirîkê protesto kirin!

Li bajarê Mêrdînê qeza Qoserê (Kiziltepeyê) bi sedan hemwelatî daketin kolanan û zamên elektirîkê protesto kirin. Li meydana Komarî (Cumhuriyet Meydani), bi sedan kes civîyan û di serî de zamên elektirîkê û bi gelemperî zamên nû protesto kirin û gotin bila dewlet bi rêya TEDAŞê zamên elektirîlkê paşde bigre. Xelkê bi girseyî ji Meydana Komarî, ber bi cadeya Kilîseyê û ji wir jî derbasî  Rêya Îpekê (Îpekyolu) bûn û rêya terafikê girtin. Xelkê Qoserê piştgirî dan protestoya zamên elektirîkê, lê bi şîdeta polîs û milîsên dewletê ve rû bi rû man.

Di heman wextê de, li Şemrixê (Mazîdaxê) jî xelk daketin kolanan û dijî bihabûn û zamên elektirîkê meşîyan. Xelkên Şemrixê, li meydana bajêr civîyan û bi pankart û sloganan gotin; “Bese zilma TEDAŞê!û “Em sektora taybetî naxwazin!”. Beşdarên protestoyê fatûrayên xwe yên elektirîkê şewitandin û bi vî awayî protesto bidawî bû.

Federasyona Hevkarîya Civakî ya Mêrdînê (MardinToplumsal Dayanişma Federasyonu -MTDDF), civînek awerte pêkanî û biryar girt ku bangî Serokkomarê dewleta Tirkîye bike ku zamên hatine ser hesabên elektirîkên xelkê yên heyva çileya 2022an paşde vegerîne.

Platforma Ked û Demokrasîyê ya Mêrdînê (Mardin Emek ve Demokrasi Platformu) jî  zam û bihabûna li ser elektirîkê protesto kir û daxwaz ji hukûmetê kir ku zamên elektirîkê paşde vegerîne. Yek ji şîarên Platformê jî  ev bû: “Em têne şelandin, ev şelandin e!“. Xelk li Bakurê Kurdistanê kiryarên dewletê weke şêlandinê bi nav dikin. Ev rêçûn û şermezarkirin (protesto), li Çolemergê jî pêk hatin, lê çapemnîya Tirk, heta ji destên wê tê, naxwazin vê nerazîbûn, pêşandan û prestoyan bi raya giştî re par ve bikin.

Em hêvîdarin ku piştî bêdengîyek dûr û dirêj, xelkê me yê Bakurê Kurdistanê, bi protestoyên li bajarê Mêrdîn û Çolemergê, dîsa bi awakî çalak dakevin qadan; ji bo mafên xwe yên neteweyî, demokratîk, aborî û civakî têkeve nav xebat û têkoşînek sivîl û girseyî.  Ev protesto dikare bibe pêngavek girîng . Ji ber ku ev xwepêşandan û protesto dikarin bibin pêleke nû ya şikenandina bêdengî û tirsa li ser xelkê.  Protestoyên îro dikarin li Bakurê Kurdistanê bibin destpêka bêîtîetîya (nerazîbûna) sivîl û bibe çirûska geşkirina têkoşînê!

Em TDK Tevger, bi her awayî piştgirîya van xwepêşandan û protestoyên xelkên sivîl û daxwazên wan yên rewa dikin.

Daxwazên xelkê rewa ne!

Ji zilma TEDAŞê re na!

Bijî xwepêşandanên xelkên sivîl!  

06-02-2022

Tevgera Demokratîk a Kurdistan

TDK – TEVGER

Back to top button