Fransa û Rusya ji bo krîza Ukranyayê civiyan

Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Rûsya Vladimir Putin piştî civîna li Moskovayê, di konferansek rojnamevanî de behsa naveroka civînê kirin.

Macron da zanîn, wî ji Rûsyayê re pêşniyar kiriye, ji bo hemû welatên ku di krîza Ukraynayê de cih digirin, garantiyên ewlehiyê yên berbiçav bên danîn.

Serokê Fransayê got: Serok Putîn ji min re piştrast kir, ew amade ye aramî û yekparçeyiya axa Ukraynayê biparêze.

Pêştir Serokê Rûsyayê gotibû, bersiva Moskoyê ya ji Washington û NATOyê wergirtiye, daxwazên bingehîn ên Moskowê yên derbarê garantiyên ewlehiyê de paşguh kirine.

Putîn jî hevdîtinên xwe bi hevtayê xwe yê Fransî Emmanuel Macron re li Kremlînê wek kêrhatî, objektîf û ciddî bi nav kir û got, hin nêrînên Macron dikarin bibin bingehê gavên hevpar.

Putîn destnîşan kir, gelek nêrînên Macron ên derbarê ewlehiya Ewropayê de realîst in. Got jî, piştî Macron bi serokatiya Ukraynayê re hevdîtinê bike, ew ê bi telefonê biaxivin.

Putîn anî ziman ku Rûsya dê hemû hewlên xwe bide ji bo ku bi Rojava re li ser dosyaya Ukraynayê “bigihêje rêkeftinan”. Tekez kir jî, eger li parzemîna Ewrûpayê şerek derkeve, ti kes serketî dernakeve.

Ji aliyê xwe ve Macron got, di hevdîtina wî ya ligel Serokê Rûsyayê de, wî xalên lihevhatinê li ser kirîza Ukraynayê dîtin, lê hîn jî nakokî hene.

Her du serokar li hev kirin, piştî serdana Macron bo Ukraynayê roja Sêşemê bi dawî bibe, ew ê bi telefonê danûstandinan bidomînin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: