Civak

Li Qoserê cotyaran serî hildan

Li qoserê cotyaran li dijê şirketa elektrikê xwepêşandan kirin.

Eve demeke şirketa elektrikê eletrîka li ser bîrên avê qut dike. Herêma Qoserê heremek çandiniyê ye. Bîrên avê li ser elektrîkê kar dikin. Bi rêya van bîran xelk dikare çandiniyên xwe av bidin.

Lê eve demeke şirket elektrîkê qut dike û ev jî dibe sedema hişkbûna çandiniyên cityaran.

Ji bo vê yeke eve çendrojin cotyar şirketa elektrîkê protesto didkin. Îro jî bi sadan cotyar rêya navbera Mêrdîn û Qoserê girtin û ev helwesta şirketa elektrîkê protesto kirin.

Polisan midexeleyê xwepêşanderan kir û bi gaz û avê xwet xwepêşenderan belav bikin. Lê ji bo hişkbûna giya  agir bi beriyê ket û balefir mecbûr bûn zû rabûn da neşewitin.

Dixweyê ev alozî dê berdewam be.

Back to top button