Polîtîk

Serokê Kurdistanê li gel şandekî Generalên Britanî civiya

Îro pênçşem 28.08.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Sîr Sîmon Şanda Taybetî ya Asayîşa Hikûmeta Britanya ya ji bo Herêma Kurdistanê û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de Şanda Taybetî ya Asayîşa Hikûmeta Britanya ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û silavên Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Britanya jî bi Serok Barzanî gihand û her wiha pêzanînên wî jî ji bo rola hêzên Pêşmerge li şerê dijî terorîstan de hebû û destxweşiyê jî li wê aramî û serkeftin û destpêşxeriyê kir ku niha li bereyên ceng da li beranber terorîstên Da’îş pêkhatiye. Şanda Taybetî ya Asayîşa Hikûmeta Britanya ji bo yarmetîdana koçberan û parastina wan ji êrîşên terorîstan spasiya hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Şanda Taybetî ya Asayîşa Hikûmeta Britanya wê yekê xisterû ku ji aliyê Serok Wezîrê Britanya ve pêkhatiye bo ku li ser mîsogerbûna yarmetiya mirovî û serbaziyên welatê wan ya ji bo Herêma Kurdistanê kar bike. Her wiha tekez jî li ser rûbirûbûna êrîşa terorîstên Da’îş û têkşikandina wan de, berdewamiya hemahengî û peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Britanya kir.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda Hikûmeta Britanya kir û li yarmetîdana Herêma Kurdistanê de spasî helwesta Serok Wezîr û Hikûmeta Britanya kir û bi sûdbexş û bi bandor wesif kir. Di derbarê tehdîda terorîstan de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku teror tehdîdeke li ser hemû aliyek û ew tehdîd tu sînorek nas nake û li tu cîhekî nagîrsê ji bo wê yekê jî ji navbirina wan pêwîstî bi hewlekî navdewletî û hemû aliyane û rê û şûn û plana giştgîr û nû heye.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî tîşk xiste li ser serketina meydaniyên Pêşmerge û ragihand ku ji bo me cihê şanaziye ku li şûna hemû cîhanê şerê van terorîstan dikin û hêza Pêşmerge jî bi serkeftinên xwe li ser terorîstan sihra terorîstan betal kiriye ku xwe bi hêzek dizanîn ku tu demekî naşikên. Serok Barzanî eve jî xisterû ku hêzên Pêşmerge ji rewşa êrîşbirinê dane û balkişandinên li ser rûxan û têkşikandina Da’îş li ser destê Pêşmerge bi rûnî derketiye.

Di derbarê rewşa koçberan jî Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku yarmetîdana xelkê lêqewimî û parastina wan ji tehdîda terorîstan bi erkekî mirovî û nîştîmanî dizanîn û bi navê parastina pêkhatên neteweyî û olî jî me qurbanî û şehîd jî daye. Serok Barzanî balkişand li ser wê hejmara zêdeya koçberan ku xwe spartine Kurdistanê û ragihand ku Kurdistan bi hemû şiyanek ve yarmetiya wan dide, lê belê hejmara wan û asta karesatê ji şiyana Kurdistanê zêdetire û eve jî ji bo Şanda Taybetî ya Asayîşa Hikûmeta Brîtanya behs kir ku pêwîste xuşk û birayên Mesîhiyan û koçberan bîr li bi cîh hiştina welatê xwe nekin û çareseriya serekî jî li wê daye ku navçeyên xwe azad bikin û yarmetiya vegeran û nîştecîhbûna wan bê dayîn û ji tehdîdan jî bêne parastin.

Di derbarê proseya siyasiya Iraqê jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku pêwîste proseya siyasî tenê berev guherîna dem û çav nebe belku heman demî de li gel ewe divê bername û sîstem û hizra siyasî bê guhertin û Hikûmetek bi beşdariya hemû aliyek û li ser bingeha şeraketa rasteqîne bê damezrandin.

Danîna mekanîzma hemahengiyê pêwîstî di navbera Britanya û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gihandina yarmetiyên Britanya mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Back to top button