Polîtîk

Li Enqereyê beşdarî merasima sûndxwarinê kir

Li Enqereyê îro roja pêncşemiyê 28.08.204ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di merasima sûndxwarina Receb Teyîb Erdogan, weke serokomarê Tirkiyeyê, de beşar bû.

Merasim li koçka Çankayayê hat saz kirin û Ebdula Gul serokomarê berê, serokomarê 11-emîn, wezîfeya serokomariyê teslîmî serkomarê nû, serokomarê 12-emîn,  Receb Teyîb Erdogan kir.

Di merasimê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û hijmareke serok, serokwezîr, wezîr û diplomatkarê welatên biyanî beşdar bûn.

Di merasimê de, serokomarê nû Erdogan sûnda yasayî xwar û pişt re payvek pêşkeş kir. Di çarçoveya vê merasimê de serokwezîrê herêma Kurdistanê hevdîtin digel çend serok û serokwezîrên welatên cîhanê pêkanî.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê ku, li ser vexwandina hikûmeta Tirkiyeyê bi awayekî fermî serdana Enqereyê kiriye, digel mêvanan beşdarî merasima şîvxwarinê  kir ku ji bo beşdar û mêvanên merasima sûndxwarina serokomarê nû yê Tirkiyeyê hatibû saz kir.

Back to top button