Polîtîk
Li Qamişlo Serokê ENKSê pêşwaziya şanda DEMê kir…

Şanda DEM Partî ji aliyê serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Mihemed Ismaîl û endamên serokatiya ENKSê ve hat pêşwazîkirin.
*Girîngiya Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî
Di hevdîtinê de behsa girîngiya Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya ku di 26ê mehê de li dar ketiye, hat kirin, û tekezî li ser çespandin û bidestxistina mafên gelê Kurd ên rewa hat kirin.
*DEM Partî li Konfiransê amade bû
Şanda Dem Partî bi mebesta amadebûna Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, ji Bakurê Kurdistanê serdana Qamişlo kiribû.
Di çarçoveya serdana xwe de, hejmarek hevdîtin û civîn li gel aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê encam dane.

