Li Qamîşlo şerê çekdarên PYDê û milîsên rejimê bo çiye!
Eve çend rojin li bajarê Qamîşlo di navbera çekdarên PYDê û milisên rejima Suriye de şer heye. Car bi cara agirbest hatiye ragihandin ,lê guh nedanê êrîşê bingehên hev yên leşkerî dikin. Milisên rejimê ji hinek eşîrên ereban pêktên û beşek ji bajarê Qamîşlo di destê wan de ye.
Qamîşlo 3 beşên bingehîn cuda bûye, beşek di bin desthilatdariya PYDê de, beşek di bin desthilatdariya Milisên rejimê de û beşek jî di bin desthilatdariya rejimê bi xwe de ye. Herweha taxek a Suryaniya jî heye û ew bi xwe li taxa xwe xwdî desthilatin.
Heta şerê DAÎŞê hebû nakokiyên di navbera hêz û aliyên rejimê û PYDê de gelek nahatan dîtin. Car cara hinek nakokiyan rûbidan jî bi awayekî dihatin çareserkirin.Lê niha roj bi roj rejim desthilatdariya xwe berfireh dike û bi tevahî serdestiyê li opozisyona Suriye dike. Ji aliyek din ve li rojavayê Kurdistanê di beşek girîng de ji xwe rejim desthilat e. Heta dema rejim bixwaze li deverê bi temamî bibe xwedî desthilat, dê helwesta PYDê çibe ew jî gelek ne zelal e.
Tê Zanin ku Rusya bi hemû awayî pişgiriya rejimê dike û heta gelek cihên di destê PYDê de bi daxwaziya Rusya radestê rejimê hatine kirin.
Ji aliyek din ve Rusya dixwaze ku çekdarên PYDê di pêşerojê de bibin beşek a hêzên rejima Suriye. Ji xwe ev yek di serî de bi vî awayî hatibû plan kirin. Lê piştî helwesta Amerika û pêwendiyên Amerika li gel HSDê ev yek hate guhertin.
Bandora Amerika bi temamî li ser HSDê heye,heta gelek cara Amerika HSDê ji PYD/PKKê cuda dibîne û li gora wê jî tevdigere. Lê di rastiya xwe de bandora bingehin li ser HSDê bandora PKKê ye û HSD ji bo vê jî di nava xwe de nakokiyek mezin dijî û di navbera Amerika û siyaseta PKKê de tê û diçe.
Ji aliyek din ve li Suriye li hinek deverên Ereban û li rojavayê Kurdistanê siyaseta Amerika û Rusya rolê sereke dileyze. HSD piraniya cara wek hezek di bin bandora hêzên hevpeymaniyan de tevdigere û şerê wan yê bingehî li dijê DAÎŞê ye . Dê pirsa rojavayê Kurdistanê de bi serê xwe wek hêzekî li gora siyaseta Amerikayê tevbigere ,yan dê carek din bi temamî wek hezeka PKKê tevbigere , ne gelekî zelal e. Lê tiştek heye ku ,şik tuneye , eger li rojavayê Kurdistanê yekreziyek di nava Kurdan bi xwe de neyê pêkanin, dê pêşerojê de çekdarên PYDê bibin beşek ji hêzên rejima Suriye. Ji bilî vê tu rêyeka wan tuneye û ev yek daxwaziya, Şîeyên Iraqê, Îranê û herweha ya Rusyaye jî.
Lê eger hevdîtin û pêvajoya ji bo yekrêziya navbera ENKSê û PYDê de berdewam be û bigehe encamekî, dê rewşa Kurda bê guhertin û rojavayê Kurdistanê bibe xwedî statuyeka siyasî û navnetewî jî. Tişta ku bihêle siyasetên li himber Kurdistanê têk herê ev e û başka tu rêyek din tuneye.
Herweha PKK yanî Qendîl yekrêziya di nava Kurdan de li rojavayê Kurdistanê wek tehdîdetekî li himber xwe dinirxîne . Di rastiyê de jî ev yek pêkwerê û satatuyeka Kurda li ser xaka rojavayê Kurdistanê bibe rastiyek, ev dibe dawiya siyaseta qirêj a PKKê û leyiztikên dewletên dagirkerên herêmê jî. Dê ev yek rê jî pêwendiyek gelek baş di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de jî ava bike û ev dibe hêviyek mezin ji bo dewletbûna Kurda jî. Ji xwe tirsa mezina Îranê, rejima Suriye, Milîsên Şieyên Iraqê ( Heşda Şeib)î û Hizbullaha Libnanê û Tirkiye hemû ev e.
Nûçe/Analîz
Rojevakurd