PolîtîkRojev

Li başûrê Kurdistanê operasyona Tirkiye berdewam e

Operasyona Tirkiye li başûrê Kurdistanê li dijê bingehên PKKê berdewam e. Tirkiye eve 3 rojin bi balefirên cengî başûrê Kurdistanê bombebaran dike û leşkerên xwe dadxîne nava axa başûr û operasyona xwe berdewam dike.

Ji aliyên Tirkiye û PKKê ve agahdariyên cuda têne belav kirin. Herdu ali jî behsa serkeftina xwe di vî şerî de dikin. Lê rastî nayê zanîn. Herî dawî wezîrê bergiriya Tirkiye Hulusi Akar û sererkanê Tirkiye ê serokên hêzên çekdarên Tirkiye hatin xala tixûbê navbera bakur û başûr de û ji wê derê operasyonê rêve dibin.

Di vê operasyonê de xusarek mezin digihê gund û warên başûrê Kurdistanê û xelkê sivîl zererek mezin dibîne û mecbur dibin ji cih û warên xwe terk dikin û ji dev terîka xwe berdidin.

Tirkiye bi heceta PKKê dikeve xaka başûrê Kurdistanê de û bi awayekî hinek deverên herêmê dagir dike.Siyaseta PKK û Tirkiye û şerê wan di nava xaka başûrê Kurdistanê encama siyasetek dizayn kirî û hevbeş li dijê pêvajoya dewletbûna Kurdaye.

Back to top button