Serok Nêçîrvan Barzanî spasî kar û çalakiyên Japonya kir

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo kar û çalakiyên Japonya li Herêma Kurdistanê dûpat kir ku bi dirêjahiya salên derbasbûyî Ajansa JICA (Japan International Cooperation Agency) ya Japonî ya alîkariya navdewletî û aliyên hikûmiyên wî welatî, çendîn kar û projeyên bingehîn li Herêma Kurdistanê bi cîh kiriye û li qerzên xwe yên ji bo Iraqê de beşa Herêma Kurdistanê li ber çav girtine.

Li hevdîtina li gel birêz Nîkîhîro Arakawa Berpirsê nû yê Nivîsîngeha Konsolgeriya Japonya li Herêma Kurdistanê ku îro yekşem 25.04.2021 birêveçû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê, ji bilî pîrozbahiya ji bo destbikarbûnê û amadehiyê ji bo hemû piştgîriyek li erkê wî de nîşanda û hêvî xwest Japonya amadehiyeke çalaktir li Herêma Kurdistanê hebêt, li kar û projeyên xwe de berdewam bê û li her yarmetî û alîkariyeke paşerojê de ya ji bo Iraqê beşa Herêma Kurdistanê berçav bigre.

Birêz Berpirsê nû yê Nivîsîngeha Konsolgeriya Japonya li Herêma Kurdistanê, xweşhaliya xwe bi destbikarbûnê nîşan da û dûpat kir ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê dinêre û xweşhale ku kariye li Herêma Kurdistanê alîkar bê, her wiha xwazyarin li warên alîkariya li navbera her du aliyan da pêşbixin. Ji bilî spas û pêzanînê, hêviya berdewamiya asankarî û piştgîriyê xwest ku pêşkêşî kar û projeyên Japonya û erkên Nivîsîngeha Konsolgeriya Japonya li Hewlêrê hatine kirin.

Li çend mijarekê dinê hevdîtinê da, peywendiyên Iraq û Japonya û derfeta alîkariya li navbera wan ya li warên cûda cûda de, peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, rûbirûbûna terorê û metirsiyên Da’îş û çend pirseke din hatin guftûgo kirin.

Nerîna min :