Mele Behrî koça dawî kir

Mele Behrî, Behrî Koçkaya koça dawî kir. Mele Behrî kesayete kurd niştimanperwer ê herweha nivîskar ê helbestvanek heja bû. Mele Behrî bi navê Zinarê Şiro helbest dibnîvîsandin . Ew kesayetek li ser rêbaza Barzanî diçûya û demek dirêj di nava siyasetê de bû.

Bila hezar cara rehmeta xwedê li giyanê Mele Behrî be. Cihê wî biheşt be û serê malbat, heval û hogirên wî sax be. Bi minasebeta wefata Mele behrî Dara Ersonmez ku bûrayê Mele behri ye di facebook a xwe de nivîsek belav kiriye. Em vê nivîsê wek xwe belav dikin.

Ji bo zavayê min Mele Bahri Koçkaya

O6.05 1937 04.25.2021 

Mirin, mala te xirab bibe! 

Tu kes ji mirinê xilas nabe û li hember mirinê sernakevin jî. Lê mirana herî xirab li xeribîyê ji welatê xwe dûrketin e.

 Mirin li gor kesan tê guharhin û çawa tê hîskirin. Mirov bixwaze an nexwaze ji ber mirina dost, heval, nas û hezkiriyê xwe diêşe, ber dikeve û hestîyar dibe. Ji ber mirina insanan bi xemginî û hîsê xwe, serxweşîyekê dide wan kesin nêzîke xwe winda kirin e. 

Mirina mîrovan bi gelemperî her kes dizane, heger ew kes ciwan be, mirov li ber dikeve. Heger kal, pir û nexweş be, piranî caran mirov dibêje ”serê wî an serê we xweş be” ji xwe temenê xwe jîyabû. 

Lê ew kesên ku ji bo welatê xwe ked dabin, cefa û ezîyet kişandibin, ji ber heskirina welatê xwe tekoşer bûne, divê mirov wan bi rûmet bi bîr bîne. 

Ji ber vê yekê ye ku ne hêsaya mirov li ser koça dawî ya heskirinekî/ê xwe binivîse. Li vir mehek berê min xwişka xwe winda kir. Îro jî zavayê min Mele Bahri Koçkaya ( Zinarê Şîro) koça dawî kir. 

Mele Bahri; ji bo min ne tenê zavayê min bû, ew weke bavekî jî bû. Ji ber vê xemginiya xwe ez ê nikaribim li ser wî dûr û dirêj binivisînim. 

Bes bi kurtasî dibêjim; insanekî welatparêz û netewe perwer bû. Ji ber neteweperwerbûna xwe, wî jî weke her kurdekî bedel da. Di navbera salên 1970- 73ê zindanê de ma. Lê tu caran serê xwe li hember dijminê xwe netewand. 

Di sala 1980 de ji ber çalekîyen Ala Rizgari li Licê hat girtin bêyî ku haya wî di derbarê çalekîyan de hebe. Tu tişt li ser wî nehat tespît kirin û piştî du mehan berdan. 

Însanek dil pak û dil paqij bû. Ez qet pê nehesiyam ku ew û xwişka min bi me ra û zarokên xwe ra bi tirkî axifîn. Bê hemdî yek ji malbatê ku bi tirkî biaxifîya gelek hêrs dibû. 

Bi wî hişmendî û bi neteweperwerîya xwe zorakên xwe jî li gor çand û edetên kurdan perwede dikir û kirin.

Bila cihê wî bihuşt be.

Dara Ersonmez

Nerîna min :