Li Qada Newrozê dengê Kurdistanî bûn

Îro li Diyarbekirê Newroz bû. Nêzikî milyonek insan qada Newrozê de kom bûn. Newroz ji aliyê BDPê  tê organîze kirin. Lê Kurd dikevin  qada Newrozê û cejna xwe ya netewî pîroz dikin.

Dema mirov xelkê li ber qada Newrozêve diçû ditîtin herkesî xwe bi awayekî xemilandibû.  Alên PKKê, BDPê û weneyên Ocalan di destê xelkê de bûn.

Lê komek ciwan keç, lav di kolanên Diyarbekirê de dengek cuda bûn, dengê neteweyî bûn. Kurd bûn û Kurdistanî bûn. Tenê di destê wan de Ala Kurdistanê hebû. Komek ciwan di destê wande Ala Kurdistanê ber bi qada Newrozê ve diçûn.

Herweha  di meydana Newrozê de Alayên Kurdistanê naxweyiyan. Televizyonên ku çelakiya Newrozê zindî diweşandan heta ji wan dihat naxwestin Ala Kurdistanê li ser çaçeyên televiyonê nîşan bidin.

Lê Ciwanên Kurd di destên wan de Ala Kurdistanê bilind kirîbûn û li qada Newrozê bûn dengê gelê Kurdistanê.

Bila hun her hebin hun saxbin..
Hun hêviya gelên Kurdistanêne..

 

Rojeva Kurd/M.Navdar

Amed


Qevdek weneyön Ciwanên Kurdistanê:

Nerîna min :