Li péş Turkiye û PKK é ezmûnek dîrokî.

Pirsa kurd mezintirîn pirse ji roja avakirina komara Turkiye  ta roja mey îroj , bé çareserkirina pirsa kurd li Turkiye ne tené qels kirin di péşketinén aborî û civakî da téne çékir, lé bi xwera rola wé ya cîyûpolîtîk a heremî zihîf dike , nemaze ku dewleté cîrané Turkiye di nav gengeşeyeké dane.

Rastîyeke ku bi  salane hukûmeta Turkiye serhildanén  kurdan tékbirin û  hebûna gelé kurd bi hemû şéweyan înkar dikir, lé wan nikaribû gelé xwe û raya giştî razî bikirina , di nav  van  20 salén dawî da li Turkiye şer û bihevçûn dijwar dibû di navberî partîya karkeré Kurdistan PKK é û hukûmetén iqtîdar li Turkiye û geh şer gur dibû   geh jî sivik dibû ev ji hélekéda, û li héla din vajî serhildana rézgar kirina  kurdistana başûr çébibû ,bé guman pirsa kurd li bakurî kurdistané derbasî qonaxeke nûh bû.

Lewra di sala 1993 de di rîya Mam Celel Talbanî ra nav benkarîya û name di hatin çékirin di nav bera Ocelan û  serok komaré Turkiye ( Turgût Ozel) da , û PKK é ji héla xweva agirbesek yek halî ragihand ji bo bi hawakî aştiyane pirsa kurd li Turkiye bé çareserkirin ,lé di demeke kirta da ji héla Zekî (şemdîn saqiq)va ku ewû fermandarekî PKK é beré bû li heréma(Bîngolé) zédey 20 leşkerén turk yén béçek hatin kuştin û di ancamda tékçû agirbesé, li halîyédin di nav Turkiye da jî alozî derket, û bi şéweyekî guman(Turgût Ozel) û hinek fermandarén artéşa Turkiye ku ji eslî xweva kurd bû jîyana xwe ji destda, bi kurtasî herdû haliyan atmosfera aştîye ne afirandibûn û gav çekirin bi taybet ji héla hukûmeta Turkiye wé demé va, carekedin dest bi xwînrijandiné bû, bi hezaran gûnd hatin valakirin û şewtandin.

Her çendî hukûmet li Turkiye hatin û çûn ,lé hemûya tu çareserîyén aştiyane péşnexistin ,û gotina aştîyé tené jib o piropegenda di hilbijartinén Turkiye da dihat bi karanî ,careké wé bihata gotin : ku rîya aştîyé di( Amed) é ra derbas dibe , û careke din wé tiştekî din bigotana.

nahéye veşartin û hin çavdérén sîyasî jî wiha dinirxînin ku ji dema hatina partîya AKPé li ser iqtîdaré li Turkiye hin guhértinén aborî sîyasî û civakî hatin çékirin , li halîkî (Erdoxan) rola artéşé dinav sîyaseté da zihîfkir û li halîyé din jib o pirsa kurd hin reform hatin çékirin wek vekirina kenalek kurdî û hin rék li péş hînbûna zimané kurdî vekirin , lé hukûmeta AKP hewlda ku pirsa kurd tené bi hinek  reform çareser bike,di heman demé da operesîyonén sîyasî û leşkerî li hember PKK é didomand çi li hindirî Turkiye û çi li derva , û ewna wek partîyek terorîst didî.

Piştî Ji héla Erdoxan va seroké MîT a Turkiye Heqî Fîdan hate wezîfedar kirin ku bi seroké PKK é ra hevdîtiné pék bîné û bighé li hevhatineké ango nexşeya çareserîyé béye amedekirin ra,xwûyaye ku ev hevdîtin tersî hedîtinén di demén beré da dihatin çékirine, nimûne  li (Oslo)é sal 2009 da hevdîtinén veşartî di nav berî Tûrkîye û PKKé va dihatin çékirin , hevtîtinén ku niha pék tén vé caré hin hézén kurdî yé sîyasî din jî beşdarî vé hevdîtinan dibin wek( BDP û KCD )û hin alîyén din, û bi véda giréday di bawerî ya min da wé rola mezin bi kevé li ser hukûmeda kurdistané jî û wé péwîst wé di vé pévajoyé da girîng be.

Niha li meydané hin xézén qalind téne goftûgo kirin jib o pirsa kurd li Turkiye ,wek destpék  dibe şer bé rawestan û şervanén PKK é ji Turkiye berve çîyayé Qendîl va bén vekişandin û piştî vé dibé dest bi danîna çekan bé kirin,û li péy vé afûyek giştî bé derxistin û derî yé zindanan bé vekirinm, bi véda giréday şervanén PKK é vegerin welét û ji bo berpirsîyarén wé ra jî çareyek penaberî li welaté biyanî bé dîtin,piştî van péngavan wé dest bi çareserîya sîyasî bé ye kirin , û ya balkéş div é çareserîyé da xweserîya heremî ye.
Lé hélén kurdan jî daxazén gûhérandina rewşa Ocelan e  û afûyek giştîye  jib o hemû pilîtanén PKK é çi şervan be û çi réveber be, û her wiha naskirina nasnema kurd di derstûra bingehîn da béye misoger kirin û hin daxazén din  .

Ger mirov nérînek sivik li daxazén herdû alîyan bimézîné , bi hesanî xwûya dike ,ku halîyé Turkiye di dest pékéda daxaza û israra danîna çekan PKK é dike,û ji naskirina nasnema kurdan direvé, lé kurd çareserîyek giştî dixazin û danîna çekan jî bi wé yekéva girédidin.

Di bawerî ya min da  demé ku turk yekser bi Ocelan ra ketine nav hevdîtinane ,ev té wateya ku ew gihiştîne wé bawerî ku Turkiye xurt û mezintir dibe bi çareserî ya pirsa kurd ra, û bi vé da giréday atmosfereke xweş çé bû ye him li hindirî Turkiye û him li derva:
–    Bi kurtasî rewşa hinder îro ne wek Dema (Torgut ozal)e, di desté hukûmeta AK é da réveberî ya 3 tiştén girîng hene(Hukûmet – Serok komar – Perlemento ) û desthilatîya artéşé û dewleta kûr û héza netewperestan jî wek beré ne xurte ,û hevdîtin bi Ocelan ra yekser in û ya herî girîng li cem Turkiye ewe ku  daxazén kurdan jî ne parçekiina sînore.

–     Lé ji halîyé dervada Turkiye li péşberî gelek guhértinén balkéşe , polîtîka wan ku digotin : emé teroré biqedînin û piştra çareserîyé çékin , ev yek bi ser neket loma tevlîbûna Turkiye di nav yeketîya ewrupa hate paşva xwistin ,û ya herî girîng jî ku bayé bihara erebî bandoreke mezin da, û nemaze ku li sûrîye da rewşa kurd berve çareserî diçé û her wiha li kuristana başûr jî kurd xwedî federesîyonin.

Giréday van tiştén ku min li jor anin ziman Turkiye derîyé dîyalogé bi PKK é ra vekir ku pirsa kurd çareser bibe, jib o vé di van rojén dawîda zimané medya wan jî  hatîye guhéran din ku beré di gotin : Pkk dijmine ,niha dibéjin : PKK tewembare.

Di bawerî ya min da wé hin halî bixazin vé qonaxé sebotac bikin wek qetilkirina Sakîne cansiz û herdû hevalén wé li Parîs , ji ber ku hin halî dimézînin ku dîyaloga Turkiye û Pkk é ger bighe encameké ,wé demé wé tirsa Turkiye ji kurdén rojava û Rojhilat û yén başûr jî nemîne ,ji ber ku bongoreke Pkk é li wan deveran  heye bi taybet li kurdistana rojava û rojhilat.

Belé îroj bazarek jib o li hevhatiné téye guftûgokirin çi li hindir Turkiye û çi li derva, ev qonax ji qonaxa şer zortire ji ber vé yeké wé her halî bixazé ku halî din dibin insîyatîfa xweké û deskeftîyén ku bi çekan nehatin qezenc kirin wé li dora masé béne qezenc kirin , di vir da hin pirs tén serî mirov ka gelo wé Pkké çawa çekan deyné û wé radestî ké bén kirin.? û garantî çîye.? ma gelo kurd bi qandî ku qurbanî dane wé bighé mafén xwe .?
Ger ev pévajoya aştîyé ku bi serkevé wé bibe wek avakirina komara Turkiye ya dûyem , Bersiva van pirsan û gelek pirsén din di rojén péşta di desté Turkiye û PKK é dane .

Kamiran Bedirxan

[email protected] 

 

Nerîna min :