Şêwirmendê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê Dr. Elî Belo tekez kir ku serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji Elmanya bo Tirkiyê û civîna ligel Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, nîşana razîbûna berpirsên Elmanya ye daku Herêma Kurdistanê rolekî baştir bibînê di warê petrol û gazê de bo Ewropa û Tirkiyê.
Elî Belo da zanîn ku beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî di Konferansa Navdewletî ya Ewlekariya Enerjiyê û Karûbarên Derve de li Elmanya, hesabeke bo Herêma Kurdistanê di warê enerjiyê de û got: ‘’Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî karî di wê konferansê de şiyana Herêma Kurdistanê ya di warê enerjiyê de bo beşdarvanên konferansê vebibêje û dibe ev beşdarbûna han rê liber hatina şirketên Elmanî bo Herêma Kurdistanê veke.
Konferansa Navdewletî ya Ewlekariya Enerjiyê û Karûbarên Derve roja çerşemba borî 20-ê vê mehê birêve çû û tê de Nêçîrvan Barzanî ragehand ku Herêma Kurdistanê heta sala 2019-ê dikare rojane 3 milyon bermîl petrol berhem bîne, bişîne bazarên Tirkiye û Ewropa û got: ‘’Herwiha Herêma Kurdistanê dikare heta demeke dirêj gaza xwezayî bide Tirkiye û Ewropayê.’’
Piştî beşdarbûna konferansa Elmanyayê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yekser serdana Tirkiyê kir û ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan civiya. Li gor ajansên nûçeyan, Barzanî daxwaz ji Erdogan kiriye ku Hewlêr û Enqere peymannameyeke stratejîk îmze bikin.
Di vê derbarê de siyasetmedar û mamostayê zanîngehê di warê jeopolîtîk de Husên Medenî wiha dibêje: ‘’Girêdana peymannameyeke stratejîk ligel Tirkiyê, karekî gelekî baş e û di warê siyasî, aborî û doza Kurd de tesîreke baş li Herêma Kurdistanê dike.’’ Bi baweriya Medenî, ew siyaseta niha ku Herêma Kurdistanê ligel Tirkiye peyrew dike, siyaseteke gelekî serdest e û balansê Herêma Kurdistanê li navçeyê bilind kiriye.
Li gor ajansên nûçeyan ên Tirkiyê, beşek ji civîna navbera Barzanî û Erdogan meseleya danîna wê xeta boriya petrolê bû ku biryar e di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bê danîn û mebesta wê jî veguhestina petrola Kurdistanê ye bo bazarên Tirkiye û welatên Ewropayê.
Hevdem Dr. Elî Belo jî amaje bi wê yekê da ku çêkirina wê xeta boriya petrolê berdewam e û di dawiya îsal de diqede, lê belê ji bo veguhestina petrolê sala dahatû dikeve kar. Li gor Belo, Herêma Kurdistanê xwediyê 3 heta 6 trîlyon m3 gaza xwezayî ye, lê belê niha tenê ji bo hundirê Herêma Kurdistanê sûd jê tê wergirtin, lê di paşerojê de dibe çavkaniyeke gelî baş a sotemeniyê bi Ewropa û Tirkiyê.
(Bas)