Cîhan

Li paytexta Amerîkayê alarm! Li nêzîkî Qesra Spî 2 leşker hatin gulebarankirin!


Du leşkerên Parêzvanên Neteweyî li nêzîkî Qesra Spî li Washington, D.C. de hatin gulebarankirin û tê ragihandin ku rewşa wan a tenduristiyê krîtîk e.

Du leşkerên Parêzvanên Neteweyî li Washington, D.C. hatin gulebarankirin. Waliyê West Virginia di destpêkê de ragihand ku du leşkerên Parêzvanên Neteweyî di gulebaranê de li nêzî Qesra Spî hatine kuştin. Lêbelê, wî paşê ev daxuyanî vekişand.

Daîreya Polîsan a Washington, D.C. li ser hesabê xwe yê X ragihand ku gumanbarek têkildarî bûyerê hatiye binçavkirin.

Wezîra Ewlekariya Navxweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Kristi Noem bûyer piştrast kir û diyar kir ku Wezaret lêpirsînê dike. Di vê navberê de, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social daxuyaniyek li ser bûyerê weşand.

Trump diyar kir ku du leşkerên Parêzvanên Neteweyî li nexweşxaneyê têne dermankirin û sûcdar wekî “heywan” bi nav kir. Serok diyar kir ku êrîşkar jî birîndar bûye û “wê bedelên giran bide”. Medyaya Amerîkî ragihand ku rewşa leşkeran girane..

Back to top button