Cîhan
Li navçeyên Herêma Kurdistanê 3 leşkerên Tirkiyê hatin kujtin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li Zapê endamên PKK êrîşî leşkerên wan kirine û di encamê de 3 leşkeran canê xwe ji dest dane û leşkerek jî birîndar bûye.
Artêşa Tirkiyê 17ê Nîsana 2022an li deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna çekdarên PKK dest bi êrişa “Operasyona Pence-Kilîdê” kiriye û ew êriş heta niha jî didome.
Li gor amarên ne fermî, heta niha zêdetirî 500 endamên PKK û 200 leşkerên artêşa Tirkiyê canê xwe ji dest dane.