Civak

Kujtina kolberên Kurd berdewam e

Hêzên rejîma Îranê bê rawestan êrîşî kolberên Kurd dike û rê li ber debara jiyana wan û malbatên wan digire.

Herî dawî Yawer Weysî, kolberê ciwan ê xelkê bajarê Selasa Bawecanî yê girêdayî Kirmaşanê, di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê bi êrîşa hêzên leşkerî yên Komara Îslamî hat kujtin.

Har ragihandin ku Yawer Weysî ji mefera nêzîk û bi çeka şer a kilaşînkofê ji aliyê Hêzên Sînor (Hengê Merzî) ve bûye armanc û piştî veguheztina ji bo dermanxaneya Newsûdê, ji ber kûrahiya birînan canê xwe ji dest daye.

Yawer Weysî xîzandar û xwediyê du zarokan e.

Roja borî jî, Farûq Elîzade, nûciwanê kolber yê 17 salî û xelkê navçeya Rebet a ser bi Serdeştê, bi gullereşandina hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê hat kujtin.

Îbrahîm Mehmûdî yê xelkê Banê, Siya Xudamuradî yê 18 salî û xelkê bajarê Merîwanê, Kamran Seîdzade yê xelkê bajarê Seqizê û kolberekî din ê bi navê yê xelkê Kirmaşanê li ser sînorên Banê, Merîwan û Newsûdê bi gulleyên çekdarên hikûmetê hatin birîndarkirin.

Li gor rapora Saziya Mafê Mirovan ya Hengawê, êrîş û kujtina kolberên Kurd berdewam e û roj namîne ku hêzên çekdar ên rejîma Îranê kolberên Kurd nekuje.

Back to top button