Polîtîk
Fransa wê piştgiriya xwe bidomîne

Serokê Herêma Kurdistanê û balyozê nû yê Fransa yê Herêma Kurdistanê Dr. Yann Braem li Hewlêrê civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser vê hevdîtinê daxuyaniyek da raya giştî.
Li gor vê daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ewê ji bo erkê wî yê nû piştgiriyê bidin Dr. Yann Braem.
Nêçîrvan Barzanî herwiha destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Fransayê re xurttir bike.
Dr. Yann Braem jî kêfxweşiya xwe anî zimên û behsa hevkariya Herêma Kurdistanê û Fransa ya di qadên cuda de kir.
Dr. Yann Braem diyar kir ku ew bi biryar e dostanî û hevkariya di navbera her du aliyan de bi pêş bixe.
Balyozê nû yê Fransayê got ku , “Fransa bi biryar e piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê bidomîne”.