Nivîsar

Ji Tahirê min ê bêhnrihan re!

Dîrokê dîsa çengelek din avêt fêlbazî, yixanet, hovîtî û dijminatîya mirovan. Her tişt li ber çavên min pêk hat.

Nûrî Çelîk

Tahirê min, Bi Bêhnên Rihanê razê

Bela bi qurbana te bin Tahirê min.

Wê li te bidana, li te dan…

Li te dan… Esasen bi te re li me hemûyan dan. Tu dizanî, pêşî bi tank, top û tivingan li min dan. Tu dizanî, çar lingên min hene, ez bi van lingan têm naskirin. Minareya Çar Ling. Lingên min birîndar kirin, şikandin, parçe kirin. Şahidiya min a dîrokê, dostanîya min a çandan, mazûrvanîya min a baweriyan tucarî nedîtin; qet fêhm nekirin ku ez sîbera mirovên westiyayî, kalepîr û rêberîya çûkên koçber dikim. Bi kurtî, wan qet xema tiştên mirovî nexwar.

Pêşî li min û paşê jî li te dan. Bi lêdana min, li rabirdûya min dan. Bi lêdana te, li Amedê dan, li Kurdan dan, li mirovahiyê dan, baş e; li zarokên siberoja azad, li zarokên çavbiken û ji bavên xwe hezkirî dan.

Bela bi qurbana te bin Tahirê min. Dema li min dan, dilê te êşiya, xwîn ji dilê te hat, tu hestiyar û wêran bû, hêrsa te rabû. Paşê te gem ji hêrsa xwe xist. Tu hatî cem min. Xwezî ez bi qurbana te bûma Tahirê min. Te bi çavên xwe yên bedew, bi awirên xwe yên mirovî û bi hestên xwe yên berxwedêr lava û tika kir: Te go “Nekin”, “şerm e, guneh e”. “Ev minareya çar ling eslê min e, rabirdûya min e, heta pêşeroja min e, sembola bawerî, çanda min, biratiya min e. Tu ewqas xweş peyivî ku dilê min li min dixist. Mîna ku birînên min bikewin. Mîna ku jana lingên min biçe. Demekê; mina ku êdî mirin, gulebaran û şer çênabin min xwe hîs kir. Çi zanim, hestek wisa ket dilê min. Demekê min hêvî kir ku mirov ji hev hez bikin û êdî şer, mirin û dijminatî çênebin. Tu pir xweş peyivî.

Hêvî û kêfa min kurt ajot. Xwezî ez bibûma bi qurbana wan çavên te yên tarî, wan awirên xweşik, wî dilê te yê însanî; Tahirê min, xwezî ez bibûma bi qurbana berxwedan û serhildana te ya paraztina bedewî, qencî, rastî, aştî, dostanî û biratîyê.Xwezî tiştek bi te nehatiba û ez hilweşîyama, ez hilweşîyama ku hemû bêbextî, xîyanet, hovîtî û pûştîtî di bin wan kevirên min ên pîroz de bimana.

Ez hilweşîyama ku şer, pevçûn, fîşek, top, tiving, êş û hêsrên çavan di bin wan kevirên kevnar de bimana. Ez hilweşîyama ku kîn, nefret û dijminatî her û her di bin wêranîya min de bimana. Û ji wir; xwezî aştî, dostanî û biratî ji wêranbûna min zîl bidaya; û azadî, demokrasî, wekhevî, mafên mirovan ji nav xirbeyên min şîn û mezin bibûya. Û pê re jinên me azad û gelê me bextewar bûya. Zarokên me bextewar, şad, bi coş û ewle mezin bibûna. Piştre… Dîrokê dîsa çengelek din avêt fêlbazî, yixanet, hovîtî û dijminatîya mirovan. Her tişt li ber çavên min pêk hat. Ez li ser çar lingên xwe likumîm. Xwezî ez bi erdê re bikirama yek û tiştek bi te nehata. Bigirî, keça min a delal, bigirî…

 Tu çiqasî bigirî, biqîrî, bikî hawat, bikî feryad jî, tu rast dibêjî. Ji ber ku em jî digirîn. Ji ber ku em jî birîndar in, ji ber ku em jî ji ber vî sûcê mirovahiyê şermezar in. Tu di girîyê xwe de çiqasî mafdar bî, em jî bi gelê xwe, bi minare, mizgeft, dêr û cemxaneyên xwe mafdarê şermezarîyê ne. Divê em carek din şerm bikin, ji ber ku nikarîbû bavê te biparêzin, ji ber ku me nikarîbû têra xwe alîkarîya wî bikin, ji ber ku me dilkevokîya wî fêhm nekir. Bigirî keça min a delal, bigirî. Belkî rondikên te bibe lehî û ew lehî vî şerê qirêj, van fêlbazîyan, van lîztikên ku rewşenbîr, polîs, leşker, gerîla û gelê me yên mîna bavê te dikujin bide ber xwe û tune bike. Tahirê min çû!

Ez; Minareya Çar Ling, jin, zarok, heval û gelê xwe sêwî hişt û çû. Tahir, ji kerema xwe bêje, wê kî birînên lingên min melhem bike, Tahir, ji min re bêje, wê kî hêsirên keça te pakij bike, Tahir ji min re bêje, ji niha û pê ve wê kî dilê jina te xweş bike? Ne bes e Tahir, ne bes e; girîyê me, êş û xwîna dilê me têra tunebûna te nake Tahir, ne bes e. Niha ezê ji çivîkên ku li ser serê min datînin, koçber û westiyayî ne çi bêjim, ji rêwiyên derbasbûyî re çi bêjim, ezê çawa li rûyê keç, kur û jina te binerim û çi bêjim? Ma gotina „ji bo paraztina min hat, hat birînên min derman bike, xwe feda kir, çima tu kujtin „ bes e Tahir?

 Binale Diyarbekir binale, carek din bigirî. Ji ber ku wan zarokekî wêrek, dilkevok û fedakar ji destê te girtin. Bigirî, carek din bigirî. Bigirî û reş girêde; heya ku aştî, azadî, biratî û dostanî bê, bigirî. Lê dev ji berxwedana azadî, aştî û biratiyê bernede. Ax, ez bibûma çûkek, min xwe li ser Minareya Çar Ling danîba, min jê re derdê xwe bigota û em bi hev re hûrik hûrik bigiriyana. Me qala aştî, demokrasî, biratî û mafên mirovan bikira. Dû re Tahir bimeşîya û ji jêr ve bihata, kenê xwe yê xweş mîna tîrêjên ronahiyê bavête ser me.

Di xewnên xemgînîyê de jî dîtina te xweş e Tahir. Di xortanîyê de me digot “mirin hat bi, xêr hat”. Ax na Tahir, mirin bi şeref be jî, bêbext be jî bila neyê. Nebûna te giran e, bi êş û bêdebar e. Heta ku mirovahî hebe wê çîroka Minareya Tahir nifş bi nifş bê gotin. Mêrxasê bi navê Tahir li vanderan digere, guhdarîya derd û kulên mirovên ku di bin zilmê de ne, dike. Tahirê min wê pişta xwe bide lingên min û bi ken, hinekî bi hêrs, hinekî jî bindest li mirovahiyê binêre. Ezê jî bê westan, bê rawestan, ji her kesê ku derbas dibe re bêjim. “Aha li vir Tahirê min gulebaran kirin. Lê Tahir li vir dijî; ew di nav me de, di dilê me de dijî; “ew li pêşberî me rawestiyaye û berçavkên xwe sererast dike”. Tahirê min, bi bêhna rihanê razê…

Back to top button