Jêderekî leşkerî yê Sûriyê ji “Sputnik”ê re axivî û got: Me li Moskowê bi şandeke Tirkiyê re hevdîtinek pêk anî û me di wê hevdîtinê de pêşkeftin bi dest xist.

Ajansa “Sputnik” ya Rûsî, li ser zarê agahiyên taybet belav kir, ku “berê çend rojan, Mosko mazûvaniya civîneke di navbera şandên Sûriyê û Tirkiyê de kir.

Efserê Sûrî yê beşdar di danûstandinan de, Serdar Heydera Cewad ji “Sputnik”ê re ragihand ku “civînek di navbera şanda Sûriyê û Tirkiyê de pêk hat û gelek erênî bû, û me di wê hevdîtinê de pêşkeftin bi dest xist, me li ser çend xalan li hev kirin.

Berjewendiya her du welatan,  di parastina yekrêziya axa Sûriyê û heye. Gerek Suriye li ser tevahiya axa xwe xwedî serwerîbe.Xala herî girîng jî divê rojhilatê Suriye jî di bin vê serweriyê de be.

Berpirsê Suriye berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Em di wê baweriyê de ne ku Tirkiyê mafê parastina ewlekariya xwe ya netewî li hember komên terorîst ên ku di bin sîwana Amerîkayê de ne û li rojhilatê Firatê dijîn, heye û em ê di navbera dewleta Tirkiyê û Sûriyê de xebatên îstixbaratî yên hevbeş di derbarê rojhilatê Firatê de jî pêktînin.

Rojnameya Hurriyet a Tirkiyê ragihand ku rayedarên Tirkiyê niha gotûbêjan dikin ji bo destpêkirina diyalogê bi hikûmeta Sûriyê re, ku dê peywendiyên her du welatan vegere rewşa asayî. Rojnameyê ji zarê jêderên agehdar amaje bi wê yekê kir ku “siyaseta hevsengiyê ya vê dawiyê ji aliyê Tirkiyê ve, û rola ku Enqerê di mehên dawî de lîstiye, bi taybetî di warê çareserkirina şerê Ukraynayê de, dema niha ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê baş dike.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: