PolîtîkRojev

Serokwezîr pêşwazî li Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 13ê Nîsana 2022yan pêşwazî li Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joey Hood kir.

Di civînê de li ser rewşa giştî û proseya siyasî ya li Iraqê û hewldanên pêkanîna kabîneya nû û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê diyar kir ku Herêma Kurdistanê hevbeşeke girîng a Amerîkayê ye li navçeyê û welatê wî berdewam dibe di piştgirîkirina Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqa federal de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê xwazyarê çaresekirina kêşeyan e ligel hikûmeta federal li ser bingeha destûrê û di bin ti zextekê de dest ji mafên xwe yên destûrî bernade.

Back to top button