PolîtîkRojev

Amerîka hewl dide danûstandinên ENKS û PYNKê destpê bikin

Amerîka hewl dide ku danûstandinên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) dîsa destpê bikin, lê heta niha tu soz di navbera herdu aliyan de nehatiye danîn.

Çavkaniyeke agahdar ku nexwest navê wî bê eşkerekirin ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku roja 5ê Nîsanê, Şandeyê Amerîkî serdana ENKS li bajarê Qamişlo kiriye û ligel serokatiya wê egera destpêkirina danûstandinan ligel PYNK gotûbêj kiriye.

Çavkaniya taybet bi Rûdawê diyar kir ku roja 25ê Adarê civîneke hevbeş di navbera şandeke ENKS û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û nûnerê Amerîka hatibû lidarxistin.

Di civînê de, şanda ENKS daxwaza cîbicîkirina kaxeza garantiyan kiribû û daxwaza azadkirina kesên ku vê dawiyê hatibûn girtin kiribû da ku rê li pêş vegera herdu şandeyan ji bo danûstandinê bê xweşkirin.

Çavkaniyê herwiha diyar kir ku di civînê de, Mazlûm Ebdî soz dabû ku her sê medyakarên ku vê dawiyê hatibûn girtin bên azadkirin, lê ew soza heta niha nehatiyê cîbicîkirin.

Çavkaniya taybet bi Rûdawê di heman demê de da zanîn ku di civîna 5ê Nîsanê de, ligel şandeyê Amerîkî, ENKS careke din tekezî li ser helwesta xwe kiriye û aşkere jî kir ku heta niha tu soz ji destpêkirina danûstanan nehatiye danîn.

Back to top button