48 roj li ser şerê Rusya û Ukranya re derbas bûn. Serokê Ukranyayê Zelenskiy nirxandinek di derbarê şer de kir û da xûyakirin ku, Rusya dihesibandin ku dê 48 demjimêrî de Ukranya vegirin, lê eve 48 roj derbas bûn.Zelenskiy got: Di van 48 rojan de Rusya eskerên ku,2 şerên Çeçenistanê de û şerê 10 salan yê Sovyetê li Afganistanê behtir esker winda kirine.
Herweha tê zanin ku serokê muxalefeta Ukranyayê Viktor Medvedçûk di sala 2021 ê ve bi ithama xiyaneta niştimanî di mala xwe de di binçav de ye.Zelenskîy di vê derbarê de jî dibêje ku; Medvedçuk 48 rojan xwe veşartîbû, lê ew hate girtin, ez pêşniyar dikim ku, em wî bi dîlên Ukranya yên di deste Rusyayê de ne biguherin. Bila hêzên me yên ewlehiyê û artêşa me jî vê yeke ber bi çav bigrin.
Serokê platforma muxalefeta Ukranya Medvedçuk gulana 2021ê de bi ithama xiyanetê hatibû binçav kirin. Lê dema şer destpêkirî ew ji mala xwe derketîbû ş xwe weşartîbû. Vedvedçuk bi nêzingahiya serokê Rusya Putîn tê naskirin.