Tevî astengî û rêgiriya PYDê û binpêkirinên komên çekdar, pêla vegerê ber bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve berdewam dike, di çareçoveya hevtiyekê de 3 malbat vegeriyan warê xwe.
Jêderên xwecihî ji ARKê re dane zanîn ji serê salê ve bi dehan malbat ji kampên Şehbayê, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, û Lubnanê û hin bajarên din vegeriyane û ta niha pêl berdewam dike.
Li gorî jêderên xwecihî: Duh malbatek ji Qamişlo û du malbat ji Lubnanê vegeriyane ser zêdên xwe û hejmarek malbatên din xwe amade kirine, lê rastî astengiyan tên û karînên wan bi dana pereyên zêde tune ne.
Siyasetmedar û çavdêr pêla vegerê bi, gaveke pîroz bi nav dikin, lê li hember de tekez dikin ku divê tevger kurdî, dezgeh, komela kesayetiyên dewlemend û revenda kurdî xwedî ll van malbatan derkevin û piştgiriyek abûrî û watedarî ji wan re pêşkê bikin da ku bibe sedemeke hander ji vegera hemû koçberkirî, derbider û penaberan re.