
Li Misirê qezayeke dilsoj qewimî. Li nêzika paytext Kahîreyê li bajarê Manfalutê, trênek û wesaîteke serwîsa xwendekaran li hev ketin. Di encama qezayê de jê 40 zarokên xwendekar, 65 welatiya jiyana xwe ji dest da. Li ser vê bûyerê, Wezîrê Veguhestiyê yê Misirê Mihemmed Reşad el-Metinî ji peywira xwe îstifa kir.
Li gorî ajansa fermî a Misirê MENA, li bajarê Menfelutê, otobuseke ku serwîsa xwendekarên dibistana taybet a bi navê “Dar Hara” dikir û trênek li hev qelibîne. Di encama qezaya dildoj de jê 40 xwendekar, 65 kesa jiyana xwe ji dest dane.
Piştî bûyerê, Wezîrê Veguhestinê Mihemmed Reşad el-Metinî, ewil îstifa Serokê Rêyên Hesinan Mistefa Hinavî digre û dûra jî bi xwe îstifa dike.