Civak

Li Mahabadê teqîn : 11 kes jiyana xwe ji dest dan

Îro li Mahabadê teqînekî mezin çêbû û di encamê de 11 kes jiyanê xwe ji dest dan. Teqîn di dema nûmayişê (xwepêşandan) ’Pîrozkirina Hefteyê Parastinê’’ de qewimiye û pirrê wan jî jin û zarokin.

Waliyê Rojavayê Azarbaycan Wehîd Celalzadê ji ajansa nûçeya Îranê ÎRNA yê re ragihand : Ew teqîn di nawa xelkên sîvîl de çêbûye û di destpêkê de 11 kes hatine kuştin zêdetirî 60 kes jî brîndar bûn û pirrê wan jî jin û zarokin.

Heta niha ji aliyê ti partî û rexîstin berpirsyariya teqînê ne girtin ser xwe . Lê Komara Îslamiyê Îranê dijminên xwe nîşan didin.

Hîn kes di derhaqa encama teqînê de cûrbecûr diaixifin û dibêjin di teqînê de zêdetirî 11 kes hatine kuştin û gelek kes jî brîndar bûn.

Back to top button