Li Amedê ji ber teqîna mayîn 4 polîsên Tirk brîndar bûn

Li ser rêya Amed û Çewlikê mayîn teqiya û  4 polîs brîndar bûn. Tê gotin ku mayîn ji aliyê PKKyê ve hatiye raxistin.

Bûyer doh ber êvarê li navçeya Amedê Lîcê û nêzîkî gundê Fîsê qewîmiye. Mayîn ji dûr ve hatiye teqandin û di encamê de 4 polîsên Tirk brîndar bûn.

Piştî teqînê hêzên ewlekariyê Tirk bi awayekî berfireh destpê operasyonê kirin.

Nerîna min :