Dê Kenan Evren bê darizandin

Serokê gruba Ak-Partiyê Bekir Bozdag , di hevpeyvînek ya xwe de, li gel rojnamaHuriyet ê got ku, dê Kenan Evren bête darizandin. Wê hesabê 12-ê îlonê ji Evren û hevalên wî bête pirsîn.

Li ser pirsekî Bozdag got: “ Vêca hemi selahiyet ya dozerên cumhuriyetê ne. Ji bo darizandinê ne hewceye ku kesek serlêdanê jî bike. Dozer dikarin  biryarê bidin ku, kî bangê dadgehê bikin û êfada wan bigrin.Ew madeya 15-ê ya ku niha rabûyî gelek vekirî bû.Dê dadgeh kesên pêwendîdar hemiyê bangê dadgehê bike. Wê bangê Kenan Evren jî bikin û jê bipirsin, te wî demî çi dikir? Dê herkes hesab li himberê qanûnê bide“

Nerîna min :