Vîdeo

Axaftina Serok Barzanî li roja aştiya cîhanî (Video)

Serokê Herêma Kurdistanê li ahenga roja Aştî Cîhanî: Eger bi aştî nebê tu pirsgirêkek nayê çareser kirin

Bi amadebûna birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê li ahengek da, ku ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ve hatibû amade kirin roja aştiya cîhanî bilind hate ragirtin.

Li beşekî wê ahengê da, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gotarekî pêşkêş kir û têda ragihand li sala 1981 dema (UN) roja aştiya cîhanî diyar kir, li vir cihê Feyleqa 5 ê artêşa Iraqê bû, ku genc û xelkê Herêma Kurdistanê têda dihatin îşkence kirin û îro jî ew cîh bûye parkekî gelek xweş û ahenga roja aştiya cîhanî li vir tê sazkirin.

Serokê Herêma Kurdistan got: Şanaziye ji bo gelê Kurdistanê ku Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin, bo ku ev aheng lê bê sazkirin, ji ber ku ewlehî û asayîş têda berqerare û hêvîdarîn seranserê Iraq û navçeyê jî li xwe bigrê.

Li beşekî dinê axaftina xwe de, birêz Mesûd Barzanî balkişand li ser wê yekê ku, ezmuna me û dîroka me şahide, ku eger bi aştî nebê tu pirsgirêk nayê çareser kirin, eger çareserî bi şer û zorê bê dîtin jî, lê belê demkiye û li encamê de dîsa gîr û girift û pirsgirêk serî hildidin, her çareseriyek ji bo her pirsgirekek bi awayekî aştiyane bê çareser kirin, xweragire û berdewam û serkeftî dibe.

Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, em jî li gel hemû aştîxwazên cîhanê vê rojê bi bilind radigrîn û hêvîdarîn bi hîmmeta hemû aştîxwazan aştiyekî aram seranserê hemû cîhanê li xwe bigre û hemû xelkê vê cîhanê bi xweşî û aramî bijîn.

 

Back to top button