Polîtîk

Leyla Zanayê serdana serok Barzanî kir

Îro çarşemiyê 22.09.2010ê  Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li siyasetmedar û çalakvana aştiyê  Leyla Zana û grupa jinên Kurdistanê yên aştiyê kir.

Di hevdîtinekê de, rewşa jinan li Kurdistanê û amadekariyên sazkirina duyemîn konferansa neteweyiya jinên Kurdistanê, plan, bername û armanca wê konferansê hate nirxandin ku biryare li meha yekê sala 2011 li bajarê Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê da bête sazkirin.

Serok Barzanî bi xêrhatina Leyla Zanayê û grupa jinên Kurdistanê yên aştiyê kir û destxweşî li wê hewldana jinên Kurdistanê kir û bi karekî pîroz zanî. Serok Barzanî balkişand li ser xebata jinên Kurdistanê di tevgera rizgarîxwaza kurdî de, her ji dema berxwedana mafên gelê Kurdistanê heta digihe perwerdekirina zarokan bi ruhekî neteweyî.

Serok Barzanî tekîd li ser peyama aştiyê kir û got:
–  Di jiyana her neteweyekî da eger pêngav bi aqilane hatine avêtin serkeftinê bidest dixe. Gelê Kurdistanê mafê xwe heye hewla bidestxistina wan mafan bide, lê belê bi awayekî aştî û dûrî şidetê. Gelê Kurdistanê çiqas rêya aştiyê hilbijêrê hêza xwe li derve zêdetir dike, ji ber ku serdema tundutîjiyê, şidetê bi serve çuye û dîrokê jî diyar kir ku pirsa kurd qet bi şidetê nayê çareser kirin û tenê ji zerer û ziyanê pêve tiştekî din bidestnaxe. Ji bo wê yekê daxwazê ji hemû aliyekî dikim ku piştgîriyê li wê peyamê, peyama aştiyê, bikin û hemû aliyek jî hewla parastina yekrêziya  nav mala kurdî bidin. Raste cûdahiya fîkrî di nav me de heye, lê belê ji bo parastina berjewendiyên netewî  divê dûrî ji hizbayetiyê em reftarê bikin.

Her wiha di dawiya hevdîtinê de serok Barzanî hêvî xwest ku gelê Kurdistanê û gelên dinên navçeyê pêkve bi aştî bijîn û bi rêya diyalogê  çareseriya pirsgirêkan bikin.

Back to top button