Polîtîk
Nêçîrvan Barzanî û Murad Özçelik civiyan
Nêçîrvan Barzanî serokê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê li Hewlêrê pêşwazî li Murat Özçelik sefîrê Tirkiyeyê yê Îraqê û Aydin Selcen konsolosê Tirkiyeyê yê herêma Kurdistanê kir.
Di civînekê de Barzanî û Özçelik tekîd li ser giringiya pêşvebirina peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û zêdetir hevkariya di warê aborî û bazirganiyê de kir.
Her di civînê de serokê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê û sefîrê Tirkiyeyê yê Îraqê tekîd li ser wê yekê kir ku pêwîste lez li pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê bê kirin bi awayekî ku hemû pêkhatên îraqî tê de beûdar bin û di xizmeta berjewendiyên gelên Îraqê de be.