Kultur

Pêwîst e mafê zimanê Kurdî li Turkiyê fermî bê naskirin!

Pêwîst e mafê zimanê Kurdî li Turkiyê fermî bê naskirin!
Li gelek peyman, shert û dokumentên navneteweyî, wek Yekîtiya Netewan (UN) UNESCO, UNICEF, Yekîtiya Ewsropa (EU) û her weha Peymana Mafên Zarokan de, mafê zimanê dayikê û perwerdê mafekî herî bingehîn tê pejirandin.

Dewleta Turkiyê jî gelek ji wan peymanan îmzekiriye. Lê dîsa jî 20 milyon Kurd ji van mafan bêpar in. Bi milyonan zarokên Kurd bi zimanekî biyanî, weke Turkî, têne perwerde û asîmilekirin. Chand û zimanê Kurdî di sala 2010 de jî hê qedexe ne û Kurd di bin xetera  jenosîdeke çandî de ne.

Ger asîmilasyon wek wahsheteke dijî merovatiyê tê bi navkirin, dewleta Turkiyê vê wahshetê îro jî dike. Ne zimanê Kurdî weke zimanê fermî tê naskirin, ne jî zarokên Kurd bi zimanê xwe têne perwerdekirin.

Em her çar saziyên li jêr, ji rêxistinên navneteweyî û Yekîtiya Ewropa daxwaz dikin ku bo naskirina zimanê Kurdî li ser Turkiyê zextê bikin û rê nedin ku zimanekî kevnare û dewlemend, weke zimanê Kurdî, bihele û wenda bibe.

Em gazî gelê Kurd û saziyên Kurdî dikin ku karên xwe yên rojane bi zimanê xwe bikin û wisa jî rê li ber asîmilasyonê bigrin.
Her zarokek gulek e. Nehêlin ku gulên Kurdistanê biçilmisin!

Bruksel, 22.09.2010

 
Prof. Dr. Celîlê Celîl
Instituta Kurdzaniyê li Viyanayê

Dr. Huseyn Xeliqî
Înstituya Kurdî li Stockholmê

Memo Sahin
Pro-Humanitate li Köln

Derwêsh M. Ferho
Enstituya Kurdî li Brukselê

Back to top button