Polîtîk

Divê Tirkiye pirsa kurd çareser bike

Li amerîka serokkomarê Tirkiye Amdullah Gul di bernameyek zindî ya TRT-Turkê de amade bû. Gul di derbarê Rojhilata Navîn de dîtinên xwe gotin. Gul behsa rewşa Tirkiye kir û role Tirkiye yê herêmê û cîhanê nirxand.

Abdullah Gul beşik hevpeyvîna xwe de behsa pirsa kurd li Tirkiye kir û got ku, pirsa kurd li ser Tirkiye gelek giran disekine û bûye pirsa herî sereke li Tirkiye, eger pirsa kurd bê çareserkirin, wê Tirkiye role xwe di herêmê ûcîhanê de çêtir bileyze û wê Tirkiye mezin tir bibe.

Di vê derbarê de Gul got: “  Divê Tirkiye xwe ji pirsa kurd rizgar bike.Divê vê pirsgirêkê çareser bike. Dema ev pirs çareser bibe hune hinge meznahiya Tirkiye bibînin.“

Herweha Gul vekirina demokratîk ji bo çareseriya gelek pirsgirêkan wek gavek dîrokî nirxand û berdewambûnê prosesa vekirina demokratîk ji bo pêşveçûne pêwistiyek dît.

Back to top button