Civak
Li Kurdistanê salek de 67 kes jina dûyem anîne
Her çende li gor yasaya berkariya barî şaristanî ya hemwarkirî li Herêma Kurdistanê rê li anîna jina duyem eger li hinek haletên gelek taybet da nebê, nehatiye dayîn lê belê li sala derbasbûyî de rê bi 67 haletan hatiye dayîn.
Li gor amarên Encûmena Dadweriya Herêma Kurdistanê, li sala derbasbûyî 67 haletên rêpêdana bi jina duyem hatiye dayîn.
Ji wê hejmara jî her zêde li bajarê Hewlêr bûye ku 39 halet bûye, li Silêmanî jî 16 halet û li Germiyan tenê haletek û li Dihok kî 6 halet hatine tomarkirin.