Polîtîk

Talabanî, Qasimlo, Ocalan û Noşerwan wek hevin

 

Li gora nûçeya malpera Xendan, Mehmet Emîn Pencewînî bi minasebeta 15ê Sibatê girtina serokê PKKê Abdullah Ocalan daxûyaniyek daye.

Pencewînî di daxuyaniyê de dibêje: “ Ocalan yekek ji serkirdeyên modern e ku hem siyasetmedar , hem serkirdeyê hizbî û hem jî cûrê karîzma wî jî heye di nava xelkê de û dibêje: Beriya niha ew taybetmendî di kesayetên Dr.Qasimlo,Mam Celal,Newşîrwan Mistefa û Mam Celal de jî hebûn.

Li Rojhelatê Kurdistanê Dr.Qasimlo kesekî rewşenbîr û serkirde bû nêrînên wî hîna di nav partiya wî de tê peyrewkirin.

Li Herêma Kurdistan`ê jî Mam Celal kesekî rewşenbîr û hem jî serkirdeyê hizbî ye,her weha ew taybetmendî di Newşîrwan Mistefa de jî heye.

Daxuyaniya Pencewînî gelek balkêşe. Têzanîn ku serokê PKKê Ocalan ji aliyê PKKê û derdora PKKê ve bi gelek wesfên mezin tê nasandin. Kesên gelek wesfên Ocalan didin bi xwe jî nayê zanîn bi gotinên xwe bawerin yan na? Ev jî pirseke.

Lê Emîn Pencewînî dema Ocalan wek hinek serokên Partiyên Kurdistana Rojhilat û Başûr dide nasandin gelekî balkêşe. Lê çikasî balkêşe ew kas jî cihê nirxandinek taybete.

Gelo berpirsên van partiyên siyasî di derbarê vê nirxandina Pencewînî de çi dibêjin?

 

Nûçe analîz/M.Baki

(Rojevakurd)

Back to top button