
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di çarçoveya bergiriyên dijî belavbûna koronayê de li Herêma Kurdistanê derketina derve bo heyama rojên cejnê tê qedexekirin.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê biryarên nû derbarê qedexeya hatinûçûnê de derxist û dibêje qedexeya hatûçûnê bo hersê rojên Cejna Remezanê dibe.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê biryar da, di hersê rojên Cejna Remezanê de, qedexeya hatinûçûnê ya temam were cîbcîkirin û li gor biryarê wezaretê qedexeya hatinûçûnê ku niha heye heta roja yekê ya Cejnê tê dirêjkirin û her kesê ku binpêkariyê bike tê cezakirin.
Her di biryara wezaretê de hatiye ku, di rojên cejnê de tevahiya market, firin û ew cihên ku berê ji bo xizmeta welatiyan rê bi wan hatibû dan têne girtin
Derbarê rê pêdanê de Wezareta Navxwe dibêje ku rê bi otomobîlên hêzên ewlekariyê, tîmên tendirustiyê û ambulansan tê dan ku di erkê fermî de bin.
Qedexeya navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê heta 1ê Hezarîna 2020 hate dirêjkirin û sîstema rêpêdana elektironî ji 22ê Gualnê heta 27ê Gulanê tê ragirtin.