Kultur

Qada internetê de TV

Kanalek televizyonê di qada înternetê de dest weşana xwe dike. Berpirsên vê TVê daxûyaniyek ragihandin.

Daxûyanî:

Roja înê, 29ê gulanê 2020an, Rewşen Tv bi rêya Internet û medya civakî dest bi weşanê dike. Rewşentv kenaleke serbixwe û azad e, ne bi ser aliyekî siyasî, partî, rêxistin û dezgehan ve ye, bi karînên kesane dest pê dike, sûdeya samanî ji dûv tune û jê nayê girtin, ew ê dengê bêdengên Rojavayê Kurdistanê be, dengê gelê kurd be li Rojavayê Kurdistanê, daku em hemû bi hevûdu re berjewendiyên giştî yên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê biparêzin û bidin pêş. Ew ê hewl bide yekrêzî û hevgirtina siyasî û civakî biparêze, şaşî û kêmasiyan destnîşan bike, daku çareseriyan jêre bibîne. Ew ê qet dijîtiya aliyekî siyasî, grûpek civakî, ol, kêmnetew û baweriyên xelkê neke.

Rewşen Tv piroje ye, gava yekemîn e, dê bernameyên siyasî, çandî û civakî pêşkêş bike, vêga, em bang li wan yên dikarin cihê xwe têde bibînin û bernameyan pêşkêş bikin, dikin, daku em hemû bi hevûdu re pirojeyê ber bi pêş û başiyê ve bibin. Em herdû wek birêvebirên pirojeyê ya xwe bi tenê nabînin, belkû me herdûyan amade kiriye.

Malperek, wek navîşan û jêder, û ji bo girtina zanyariyan amade dibe, hûnê hemû weşan û bername û çalakiyên Rewşen Tv têde bişopînin. E-Maila Rewşen Tv ji bo têkiliyan, hûnê li jêr vê daxwiyaniyê bibînin. Her wisa kenalên Youtube, Facebook û Twitter, wê hemû bernameyan biweşînin.
Li dawî, bê piştgiriya we, piroje bi ser nakeve, daku em dengê gelê xwe blind bikin, û bi hevûdu re berjewendiyên giştî yên neteweya xwe biparêzin.
Bijî gelê kurd,
[email protected]
15/05/2020
Inayat Dîko
Qado Şêrîn
 

Back to top button