Civak
Li Kurdistanê cîgare li hemû cîhekî qedexeye
Bi biryarekî Serokê Zanîngeha Kurdistanê cîgarekêşên li zanîngeha Kurdistan – Hewlêr ê qedexe kir û biryar jî da li hemû cihên zanîngehê neyê kişandin.
Li gor biryarê, xwendekar nikarin li zanîngehê cîgare bikêşin eger na rû bi rûyê sizadan dibin.
Birêveberê Ragihandina Zanîngeha Kurdistanê bi wekalet Zana Xalîd, ragihand ku biryara Serokê Zanîngehê ji aliyê xwendekarên vê zanîngehê ve bi germî hatiye pêşwazî kirin.
Berê jî li vê zanîngehê de cigarekişandin hatibû qedexe kirin, lê belê biryar tenê cihên giştî wekî hola xwendin û odeyên birêvebiriyê li xwe girtibû.