Polîtîk

Dîsa xelata Nobela Aştiyê nedan Kurdan

Piştî wan hewlên ji bo ji holê rakirina çekên kîmyayî ya Suriye xelata nobelî aştiyê ya sala 2013 li Oslo dane rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî.

Her çende hejmarek kesayetiyên diyar li rêza namzetiya xelatê bûn li diyartirêne wan jina siyasetmedara Kurd Leyla Zana bû ku li van çend rojên derbasbûyî li rêya malperên Kurdî ve hewldan zêdetirîn deng wergire lê belê mixabin biryara xelatê ji dengdanê cûda bû.

Hêjayî gotinêye rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî li sala 1997 hatiye damezrandin paşê bi peymana Rusya û Amerîka ya ji bo ji holê rakirina çek û cebxaneyên rejîma Suriyê de rolekî ber bi çav dîtiye û wekî nirxandinek jî ji bo wê hewl û têkoşanê îro li rêwresmekî diyar da mezintirîn xelata aştiya cîhanî dane wê rêxistinê.

Back to top button