Li Kurdistanê aliyên siyasê li hevkirin
Civîna 5 alî ya di navbera PDK, YNK, Goran, Yekgirtû û Komel bi dawî hat û aliyan lihev kirin ku civîna îro ya Parlamentoyê heta 23ê Tebaxê were paşxistin. Civîna her 5 aliyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komela Îslamiya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ya derbarê kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de bi beşdariya Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Brett McGurk bi dawî bû. Civîn duh şeb di saet 00:30an de dest pê kir û heta saet 06:00 û biqasî 5:30an berdewam kir. Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên di konfranseke rojnamevanî de ragihand: “Her dema ku hêzên siyasî di nav xwe de lihev kirin, hingê dê civîna parlamentoyê bê kirin.” Fûad Hisên got: “Di vê civînê de biryar hat dan ku civîna parlamentoyê heta roja yekşemî 23ê Tebaxê were paşxistin.” Peyamnêrê Rûdawê li cihê kombûnê, Hêvîdar Ehmed ragihadn: “Aliyên beşdar di civînê de lihev kirin ku civîna parlamentoyê were paşxistin bo roja yekşemî 23ê Tebaxê, heta wê demê ku alî bi hev re digihîjin rêkevtinekê.” Peyamnêrê me herwiha got: “Nûnerê Amerîkayê di civînê de gellek nesîhet da aliyên kurdî ku rewşa niha li berçav bigrin û Berpirsê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa jî çend caran bi telefonê beşdarî civînê bû.” Rûdaw