Li Kurdistanê 6 tûnelên nû dirûst dikin
Kameran Ehmed Wezîrê Avadankirin û nîştecîhkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, li projeya îsal 2010 Wezareta Avadankirin û Nîştecîhkirina Hikûmeta Herêmê 6 projeyê tunelê nû li ber destdaye, du tunel li şaxê Pîrmam ser bi parêzgeha Hewlêrê dirûst dikin û çar tunelê din jî dikevê li ser rêya Koye, Şeqlawe û Qendîl û renge hinek ji wan tunelan li sala 2011 de xelas bibin.
Her wiha Ehmed got: “Le sînûrî parêzgay Silêmanî da dîzaynêkman be desteweye bo rêgay (Pêncuwên – Seyîd Sadiq) ke çend tunêlêkî berdekewêt û renge le salî (2011)da ewanîş bixirêne biwarî cêbecêkirdinewe”.
Di derbarê budceya projeyan balkişand li ser wê yekê ku budceya projeyan geleke û ne merce îsal hemû budce bête terxan kirin, renge beşeke ji budceyê ji bo projeyan bikevê saleke din.