Polîtîk

Barzanî serketina Talebanî û kongereya YNKê pîroz kir

Îro Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ku niha bi serdanake li derveyî welat e, telefonî Celal Talebanî kir.

Di gotûbêja telefonî de serok Barzanî bi germî ji bo serkeftina 3. Kongreya YNKê pîrozbahî li serok Talebanî, endam û alîgirên YNKê kir û hevdem ji bo hilbijartina wî wek sekreterê giştî yê YNKê pîrozbahî li Celal Talebenî kir.

Serok Barzanî daxwaz kir ku YNK hertimdii pêşketin û serkeftinê de be, navbera PDK û YNKê jî bi hêz û kûrtir be ji bo zêdetir xizmetkirin û parastina berjiwendiyên bilind ên neteweyî, niştîmanî û demokratîk ên civaka Kurdistanê.

Serok Talebanî jî spasiya serok Barzanî kir û hêvî xwest ku navbera herdu aliyan bi saya hevpeymaniya stratejîk zêdetir bihêz û kûrtir be bo zêdetir xizmetkirina xelkê di hemû astan de ku ew hevpeymaniya garantiya parastina destkeftên neteweyî, niştîmanî û demokratîk ên xelkê herêma Kurdistanê û Iraqa federal e.

Talebanî hêvî jî xwest ku pêwendiyên herdu aliyan zêdetir bê pêşxistin û di serdana xwe ya bo derveyî welat de daxwaza serkeftinê bo serok Barzanî kir.

Hevdem serok Talebanî bo piştgiriya wan bo kongreyê spasiya piştgirî û hevahengiya serok Barzanî û hevalên PDK’ê kir.

Back to top button