Bi sedema normalbûna rewşa aborî û siyasiya Kurdistanê daxwazên li ser damezrandina fabrika û kargehan zêde bûye. Sala derbasbûyî 147 muhlet ji bo damezrandina kargehan hatiye wergirtin û 153 kargehên din jî hatine damezrandin.

Li gor amarên Birêveberiya Giştî ya Plan û Dûvdaçûnê ya li Wezareta Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê, hejmara kargehên li Herêma Kurdistanê hatine damezrandin li sala 2019 gihîştiye 4.258 kargehan (2.656 kargeh li Hewlêr, 1.072 kargeh li Silêmanî û 530 kargeh jî li Dihok) ku nêzîkî 40.755 hêl û derfeta kar dabîn kirine. Beramber bi sala 2018 hejmara kargehan nêzîkî % 3.7 zêde kiriye, hêla kar jî nêzîkî % 4.6 zêde bûye.

Her li gor heman amarê sala derbasbûyî 153 kargeh hatine damezrandin (133 kargeh li Hewlêr, 14 kargeh li Silêmanî û 6 kargeh jî li Dihok). Ew 153 kargeh jî derfeta kar ji bo 1.809 kesan dabîn kiriye.

Mistefa Zubêr Birêveberê Hunerî û Serpeştiyarê Kargehan ya li Birêvebiriya Giştî ya Geşepêdana Pîşesazî got: “Bi sedema asayîbûna rewşa aborî û asayîşa Herêma Kurdistanê li sala 2019 beramber li gel sê salên pêştir hejmara kargehên damezrandî bi awayeke ber bi çav zêde bûye. Li sala derbasbûyî beramber li gel sala 2018 zêdebûna damezrandina kargehan % 61 zêde bûye”.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: