Li kerkûkê YNK neheqiyê li PDKê dike
Serokê Encumena Serkirdatî ya Kerkûk-Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, ew heta niha jî li Kerkûk, Germiyan û Silêmaniyê ji aliyê îdarî ve ji her tiştî bê beşin. Tekez dike ku gellek caran ew ji aliyê xizmetguzariyêa avahiyan û navendên xwe jî bê beş dibin.
Bajarê Kerkûkê niha ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve tê parastin û ji metirsiya terorîstan dûr e, lewma niha pêwîstiya wî bajarî bi wê yekê heye ku hemû aliyên siyasî yên kurd pêkve ji aliyê îdarî ve kar bikin ne ku tenê aliyek hemû desthilatan bixe destê xwe, her wek Serokê Encumena Serkirdatî ya Kerkûk-Germiyanê ya PDKê û endamê Polîtbîroya PDKê Selah Delo ji KDP.info re dibêje ku, karê hevbeş bêtir aramiyê ji wî bajarî re tîne.
Selah Delo wiha dibêje: “Berdewam beşê PDKê li Kerkûkê tê xwarin, heta di nav fermangehên Kerkûkê de eger kesek bêje ez Partî me, ji gellek tiştan tê bêbeşkirin.
Delo wiha domand: Em heta niha jî li Kerkûk, Germiyan û Silêmaniyê ji aliyê îdarî ve ji her tiştî bê beşin. Gellek caran ew ji aliyê xizmetguzariyêa avahiyan û navendên xwe jî bê beş dibin.”