Polîtîk

Çarenivîsa Malikî dê ji ya Sedam xeraptir be

Mercîyeke şîeyên Îraqê bi daxuyaniyekê bi dijwarî êrîşî Nurî Malikî serokwezîrê berê yê Îraqê dike û dibêje : çarenivîsê Malikî dê ji ya Sedam Hisên xerptir be.

Ofîsa Mehmûd Hesen Serxî, yek ji merceiyên şîeyên Îraqê di daxuyaniya xwe de dibêje: Çarenivîsên Nurî Malikî cîgirê serokomarê Îraqê (serokwezîrê berê) ji çarenivîsê Sedam Hisên xiraptir dibe. Malikî di dema serokwezîrtiya xwe de gelek karên xerap li hember gelên Îraqê kirine.

Li gor daxuyaniya ofîsa Serxî, Malikî di dema desthilatdariya xwe de gendeliyeke mezin li wezareta bergiriyê, wezareta navxwe kiriye, merceiyên şîeyan piştguh xistibûn  û miaşê karmendên herêma Kurdistanê birî û ”Ji ber van sedeman Malikî ji mehekemê rizgar nabe û dê bi dijwarî bê cezar kirin.”

 

 

Back to top button