Cîhan

Li Kanadayê Herî kêm 10 kes mirin, 25 kes birîndar bûn.

Di êrîşeke çekdarî de li dibistaneke navîn li British Columbia, Kanada, herî kêm 10 kes mirin. Bîst û pênc kes birîndar bûn, ku rewşa hin ji wan giran e. Polîsên Siwarî yên Qraliyeta Kanadayê diyar kirin ku êrîşkar jî di hundirê dibistanê de mirî hatiye dîtin. Piştî êrîşê hemû dibistanên li herêmê hatine girtin.

Roja Sêşemê piştî nîvro li dibistanek navîn li Kanada devera British Columbia, , di êrîşeke çekdarî de herî kêm 10 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyek Polîsên Kanadayî, di êrîşeke li Tumbler Ridge, British Columbia de gelek kes mirî hatin dîtin. Polîs ragihand ku gumanbar jî mirî hatiye dîtin.

Li gora agahiyên polis didin herî kêm di êrîşê de 25 kes jî birîndar bûne.

Back to top button